Iraq: Êrîsa PKKê êrîseke terorî û tirsonekî ye, lêpirsîn hatiye destpêkirin
PeyamaKurd - Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê êrîşa doh ya çekdarên PKKê bi ser hêza Pêşmerge li çiyayê Metîna qezaya Amêdiyê de, şermezar kir.
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl, êrîşa li ser hêza Pêşmerge ya li çiyayê Metîna li parêzgeha Duhokê şermezar kir û wekî êrîşeke “terorî û tirsonek” bi nav kir.
Resûl da zanîn ku ew êrîş ji aliyê hêzeke ne Iraqî ve hatiye kirin û diyar kir, hêzên ewlekariyê dest bi lêkolînê derbarê wê bûyerê de kirine û her kesê destdirêjî li xwîna Iraqiyan kiriye, dê bigihe cezaya xwe yê dadperwerane.
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarên Iraqê, sersaxî da malbatên her pênc Pêmergeyên şehîd û hêviya bo birîndaran xwest.
Resûl destnîşan kir, hêzên çekdarên Iraqê rijd e ku serweriya xwe li ser tevahiya xaka Iraqê cibicî bike û rê nade ti aliyekî navxweyî yan derveyî wê binpê bike û tekezî li ser perensîpa destûrê kir ku rê nade Iraq bibe cihekî ji bo êrîşkirina li ser welatên cîran.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin