Iraq: Dibe ku petrola Kurdistanê hinardeyî Urdinê bê kirin
PeyamaKurd – Endamê Komîsyona Petrol û Enerjiyê di Parlamentoya Iraqê de, Sabah Subhî bal kişand ser peymana navbera Bexda û Tehranê ya hinardekirina petrolê û diyar kir, di çarçoveya wê peymanê de petrola Kurdistanê jî dikare bo Urdin û Îranê bê hinardekirin.
Subhî diyar kir ku hikûmeta Iraqê tenê yek bermîl petrol neyê firotin jî bi biryar e ku mafên darayî yên Kurdistanê bide û da zanîn, di çarçoveya peymana Bexda û Tehranê de, ne dûr e ku petrola Kurdistanê jî bo Urdin û Îranê bê hinartin.
Subhî da xuyakirin, “Sûdanî ji bikaranîna 400 hezar bermîl petrola Kurdistanê li çareseriyê digire. Çimkî hê jî îradeya ku petrola Kurdistan û Kerkûkê hinardeyî Tirkiyeyê bike nîşan nedaye.”Herwiha Subhî gotiye, dibe ku petrola Kurdistanê jî beşek ji peymana navbera Tehran-Bexdayê be û bi vî awayî jî bi tankêran petrol hinardeyî Îran yan jî Urdinê bê kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin