Iraq | Çekdarên Tevgera Sedr êrîsî 2 avahiyên asayîsa Besrayê kirin
17 gulan 2024 23:02
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku çekdarên girêdayî Koma Seraya el-Selam a Tevgera Sedr êrîş birine ser du avahiyên asayîşa parêzgeha Besrayê.
Li gorî ragihandina çavkaniyên ewlehiyê yên Besrayê, piştî ku çekdarekî girêdayî Tevgera Sedr ji qaçaxçîtiya çekan hatiye girtin, komek şervanên Seraya Selam li rojhilatê Besrayê bi çekên sivik û navîn êrîşî du avahiyên asayîşê yên li navçeya Şatulereb kirine.
Parêzgarê Şetulerebê Heydar Ta’ma ragihandiye piştî êrîşê hêzeke mezin a ewlehiyê li deverê hatiye bicîkirin û lêpirsîn li ser bûyerê hatiye destpêkirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
'Bê Tevgera Sedr zehmet e proseya siyasî ya Iraqê birêve biçe'
22 îln 2023
Cîhan
Çekdarên DAISê êrîsî artêsa Iraqê kir: Kustî û birîndar hene
22 brf 2022
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin