Iraq | Baregeha Eyn el-Esed a Amerîkayê ket alarmê
19 cotmeh 2024 15:04
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên Amerîkayê yên li baregeha Eyn Esed a parêzgeha Enbarê di nobetê de ne.
Hat diyarkirin ku baregeha ku hêzên Amerîkayê lê bi cih bûne li hember êrîşên fuze û balafirên bêmirov ketine hişyariyê.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatin hildan, li ser talîmata Wezareta Parastinê ya Amerîkayê leşkerên li baregeha Eyn Esadê hatine hişyarkirin ku ji bo rewşên awarte bersivê bidin.
Wezareta Derve ya Iraqê 14ê tebaxê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku ji ber bûyerên vê dawiyê bidawîbûna erka hêzên hevpeymaniya navdewletî li Iraqê hatiye bipaşvexistin.
Biryar e ku mîsyona hevpeymaniyê di îlona 2025an de bi fermî bi dawî bibe.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Êrîsî baregeha hewayî ya Eyn El-Esed a Amerîkayê kirin!
06 tbx 2024
Jiyan
Bi roketê êrîsê baregeha Amerîkayê ya Ayn el Esedê kirin
23 nsn 2024
Cîhan
Wezîrê Berevaniya Iraqê serdana baregeha Amerîkayê kir
21 cot 2023
Cîhan
Iraq | Li dijî baregeha Eyn Esed a hêzên Amerîkî êrîseke mosekî pêk hat
04 gln 2021
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin