Îranê xwendekarekî kurd ê 21 salî îdam kir

04 tebax 2026 13:42

Îranê, xwendekarekî kurd ê bi navê Umêd Bêhzad ê 21 salî ku ji bajarê Urmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê ye îdam kir.

Îranê xwendekarekî kurd ê 21 salî îdam kir

RûpelNews - Li gorî zanyariyan, Dadgeha Bilind a Îranê biryara îdamê tenê beriya du rojan betal kiribû lê belê derbarê vî gêncî de biryar nehat belatkirin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, ev bûyer xeleka dawî ya wan îdaman e ku di mehên dawî de bi hinceta "îtirafên" bi darê zorê û şkenceyê hatine wergirtin, pêk tên.

Çavkaniyekê ji Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdpayê ragihand ku xwendekarê kurd doh li cihekî nenas hatiye îdamkirin.

Heman çavkaniyê diyar kir ku Dadgeha Bilind li ser nerazîbûna parêzerê Umêd Bêhzad, roja şemiyê biryara îdamê betal kiriye. Lê belê tevî vê biryara dadgehê jî îdamkirina wî nehatiye rawestandin.

Ajansa nûçeyan a Mîzanê ya girêdayî daraza Îranê, vîdeoyeke 30 saniyeyî ya îtirafên Umêd Bêhzad ên ku bi zorê hatine wergirtin belav kir. Ajansê ragihand ku îdam piştî erêkirina Dadgeha Bilind pêk hatiye.

Tawanbariya saziya medyaya Îran Internationalê

Ajansa Mîzanê îdia kir ku Umêd Bêhzad di dema "şerê 40 rojî" de "koordînatên herêmên hestiyar ji MOSSAD û kanalên girêdayî wê re şandine."  Pûriya Sefvatê ku bi Umêd Bêhzad re hat îdamkirin jî bi şandina koordînatên xalên leşkerî û ewlehiyê hatibû tawanbarkirin.

Li gorî îdiayê wî ew agahî ji saziya medyaya Îran Internationalê re şandine ku rayedarên Îranê îdia dikin ew sazî bi Îsraîlê re girêdayî ye.

Binpêkirinên hiqûqî û pirsgirêka zelaliyê

Li gorî çavkaniya Kurdpayê, malbata Behzad roja yekşemê ji bo hevdîtineke dawî hatiye xwestin.
Lê belê rayedaran li ser sedema bicihanîna îdamê ti daxuyanî nedane, her çend Dadgeha Bilind biryar betal kiribe jî.

Di nûçeyê de li ser dema desteserkirinê, cihê îdamê, aqûbeta terman an jî hûrgiliyên darizandinê ti agahiyên din nehatin dayîn.
Her wiha nediyar e ku gumanbaran parêzerekî serbixwe heye yan na.

"Kurd rêjeya herî bilind pêk tînin"

Li gorî amarên Kurdpayê, herî kêm 359 kes hatine îdamkirin. Di nav pêkhateyên etnîkî de bi 30 îdaman kurd rêjeya herî bilind pêk tînin.