Îranê piştrast kir: Fermandarê Hêzên Deryayî hat kuştin

30 adar 2026 15:10

Hate ragihandin ku Fermandarê Hêzên Deryayî yên Îranê Amîral Ali Reza Tengsiri û Serokê Yekîneya Parastinê ya Rêxistina Çavkaniyên Siruştî Majid Zekeriyayi, di êrîşeke Amerîka û Îsraîlê de hatine kuştin.

Îranê piştrast kir: Fermandarê Hêzên Deryayî hat kuştin

RûpelNews - Di daxuyaniya Supaya Pasdrana Îranê de ev hatin gotin:

"Piştî derbên giran ên ku bûn sedema wêrankirina tesîs û binesaziya sereke ya dijmin û xistina firokeyeke şer a amerîkî, Amîralê Supaya Pasdaran Ali Reza Tengsîrî, ku bi xurtkirina mertalê parastinê yê girav û peravan û birêxistinkirina hêzan re mijûl bû, ji ber birînên xwe yên giran jiyana xwe ji dest da."

Amerîka û Îsraîlê di 26ê Adarê de ragihandibûn ku Fermandarê Hêzên Deryayî yên Supaya Pasdaran Tengsîrî, hatiye kuştin.

Serokê Rêxistina Parastina Çavkaniyên Siruştî jî hat kuştin

Li gorî ajansa nûçeyan a nîv-fermî ya Îranê ISNA, Serokê Yekîneya Parastinê ya Rêxistina Rêveberiya Çavkaniyên Siruştî û Avhewa ya Îranê Zekeriyayi, piştî ku roja şemiyê di êrîşeke li ser rêxistinê de birîndar bûbû, hat kuştin.

Rêxistina Îranî ya ji bo Rêveberiya Çavkaniyên Siruştî û Herêmên Avê çavdêriya daristan, mêrg û pergalên avê dike û wan diparêze, di heman demê de yekîneya wê ya parastinê li herêmên gundewarî qanûnên erd û jîngehê bi cih tîne.

Zekeriyayi salek berê wek serokê yekîneyê hatibû tayînkirin.