Îranê notaya protestoyê da Rûsyayê
24 berfanbar 2023 13:23
PeyamaKurd – Îranê bi hinceta daxuyaniya Forûma 6emîn a Erebî-Rûsî ya derbarê 3 giravên Kendava Erebî de, gazê meslehetguzarê Rûsya yê Tehranê kir û notaya protestoyê dayê.
Di forûma 6emîn a Erebî-Rûsî de, li ser giravên Kendava Basrayê Tunba Mezin, Tunba Biçûk û Ebû Musa ku di bin serweriya Îranê de ne, hatibû gotin ku divê nakokiya derbarê wan giravan de ligel Îmarata Erebî, di çarçoveya hiqûqa navdewletî de çareserî jê re bê dîtin.
Îranê bertek nîşanî vê daxuyaniyê de û bangî meslehetguzarê Rûsya yê Tehranê kir û protestoya notayê daye daku bigihîne welatê xwe.
Di daxuyaniya Îranê de hatiye gotin, ew hersê giravên Kendava Besrayê yên Îranê ne û îdiaya ti aliyekî li ser wan nayê qebûlkirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Azerbaycanê notaya protestoyê da Rûsyayê!
24 cot 2022
Jiyan
Wezareta Derve ya Iraqê notaya protestoyê radestî balyozê Îranê kir
29 îln 2022
Cîhan
Wezareta Derve ya Iraqê: 'Em ê notaya protestoyê bidin balyozê Îranê'
28 îln 2022
Rojhilata Navîn

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin