Îranê kûştina Xameneyî piştrast kir
Hikûmeta Îranê, Muhafizên Şoreşê û Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê, daxuyanî dan û ragihandin ku Rêberê Îranê Elî Xameneyî bi êrişa Amerîka û Îsraîlê de hatîye kuştin
RûpelNews - Ajansa Nûçeyan a Fars jî li ser hesabê xwe yê fermî yê medyaya civakî mirina Xameneyî ragihand. Di heman daxuyaniyê de, ajansê ragihand ku keç, zava, neviy û bûka Xameneyî jî hatine kûştin
Di daxuyaniya hikûmetê de hat bibîrxistin ku Xameneyî zêdetirî 37 salan welêt bi rê ve biriye û di pêkanîna Şoreşa Îslamî de rolek lîstiye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Xameneyî heta dawiya jiyana xwe welat û civaka Îslamî bi rê ve biriye û bi rêberiya xwe ya bênavber tê nasîn. Hikûmetê ragihand ku mîrata wî dê were parastin û berdewam bike.
Her wiha di daxuyaniyê de şîna 40 rojî û betlaneya giştî ya 7 rojan li seranserê Îranê hat ragihandin, û tekez kir ku encamên êrîşê dê werin şopandin û welat dê bi yekîtî tevbigerin.
