Îranê kestiyeke barhilgir a 300.000 bermîl petrola xav tê de radestî Sûriyê kir

23 hezîran 2022 16:31
Îranê kestiyeke barhilgir a 300.000 bermîl petrola xav tê de radestî Sûriyê kir

PeyamaKurd – Îranê keştiyeke barhilgir a 300.000 bermîl petrola xav tê de, li Bendera Banyas radestî Sûriyê kir.

Rêveberê Palingeha Banyasê ya Sûriyê diyar kir, roja Çarşemê keştiya barhilgir a Îranê, 300.000 bermîl petrola xav gihand Bendera Banyas a Sûriyê.

Herwiha di heman hefteyê de, 2 keştiyên barhilgir ên petrolê gihîştin wê bendera Sûriyê ku nêzîkî 2 milyon bermîl petrola xav radestî Sûriyê kirine.

Hêjayî gotinê ye, radestkirina petrola Îranê ji bo Sûriyê, di çarçoveya deynekî bi 1 milyar dolar de tê ku hikûmeta Îranê ji bo fînansekirina kirîna petrol û sotemeniyê daye Sûriyê.