Îranê jî li hember pûla nexseya Kurdistana mezin li ser e nerazîbûna xwe nîsan da
PeyamaKurd – Piştî Tirkiyê, Îranê jî li hember pûla nexşeya Kurdistana mezin li ser e û bo serdana Papa Francis hatibû dîzaynkirin nerazîbûna xwe nîşan da.
Piştî serdana Papa Francis bo Iraq û Herêma Kurdistanê, çend pûlên bi wêneya Papa Francis ji aliyê Wezareta Veguhastin û Gihandinê ve ku nexşeya Kurdistana mezin li ser hatin çapkirin, ew yek bû cihê nerazîbûna Îran û Tirkiyê.
Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve ya Îranê Seîd Xetîb Zade diyar dike, zelal û eşkere ew e ku belav bûye berovajî bingeh û rêkarên navdewletî ye, ne dostane ye. Wan nerazîbûna xwe gîhandine Hikûmeta Iraqê. Wî daxwaza nehiştina wê dîzaynê kiriye.
Wezareta Karûbarên Derve ya Tirkiyê jî do daxuyaniyek derbarê wê pûlê de belav kir û got: Di nava wan pûlên ku bi boneya serdana Papa Francis de bo Iraq hatine çapkirin, pûlek hatiye dîtin ku nexşeyeke tê de ye û çend parêzgehên Tirkiyê jî li xwe girtiye. Tirkiyê ev yek bi encamdana şaşîtiyê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve daye zanîn.
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk jî destnîşan kir, ew ji nêzîk ve çavdêriya pêşhatên li Iraqê dikin û çavdêriya serdana Papa jî kirine. Li ser Pûla ku bi nexşeya Kurdistan û wêneyê Papa hatiye amadekirin got, ew berê jî li çend cihên cuda hatiye kirin, lê karekî nerast û şaş e.
Herwiha li gor gotina Çelîk, berê jî nexşeyeke bi vî awahî li Fransa derketibû, Ermenîstan jî car caran dike, karê hinek navenda ye ku dijminatiya Tirkiyê dikin.
Wezîrê Veguhastin û Guhandinê Ano Cewher di daxuyaniya xwe de ya derbarê mijarê de da zanîn, ku ew pûl ji aliyê çend dîzayner û hunermendan ve hatine amadekirin û ew dîzayna destpêkê ne û hêj bi awayekî fermî biryar li ser nehate dayîn, lê dema ku bi fermî biryar li ser were dayîn, ew dê ligel nivîsa Kurdî nivîsên bi zimanê Erebî, Sûryanî û Tirkmenî jî lê zêde bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin