Îranê ji ber fikrên olî Eyub Kerîmî yê oldar yê Kurd îdam kir

30 mijdar 2023 00:28
Îranê ji ber fikrên olî Eyub Kerîmî yê oldar yê Kurd îdam kir

PeyamaKurd – Rêxistina Mafên Mirovan ya Îranê Hengaw ragihand ku cezayê Eyûb Kerîmî yê Kurd yê girtiyê olî, piştî 14 sal di girtîgehê de ma, li zîndana Qizilhesar a bajarê Kerecê de hate cîbicîkirin. Meha borî jî hevalê wî Qasim Abestê hatibû îdamkirin.

Li gor rêxistina Hengawê; Kerîmî îro di 10ê sibê de hatiye didardekirin, xelkê Mahabadê ye û 2 zarokên wî hene.

Dadgeha Tehranê, Eyûb Kerîmî, weke yek ji tohmebarên dosyaya kuştina “Ebdulrehîm Tîna”, digel Qasim Abeste û pênc çalakvanên olî yên din ên Kurd yên bi navên Dawûd Ebdulahî, Ferhad Selîmî, Enwer Xizrî, Xisrew Beşaret, Kamran Şêxe, ji aliyê taya 28 a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê de, bi serokatiya dadger “Meqîse”, bi tohmetên weke “hewldana li dijî ewlehiya netewî, çalakiya li dijî hikûmetê, endamê girûbên Selefî û gendelî li ser erdê” bi darvekirinê hatibûne cezakirin.

Niha 5 çalakvanên olî yên navên wan li jorê borî jiyana wan di xeterê de ye û dibe ku Îran her wext wan îdam bike.