Îranê îzna dîtina 2 tesîsên nukleerî da UAEA yê
PeyamaKurd- Îran berê îznê nedabû 2 tesîsên xwe yên nukleerî ku ji aliyê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomê (UAEA) de bê kontrolkirin û herin nava tesîsan. Lê niha bi şertê di bin kontrola mufettîşan de be, dê UAEA karibe bikeve nava tesîsan.
Ragihandin, ji aliyê hevkariya Îran û UAEA yê de hat kirin ku dê tedbîrên bernama nukleerî bê parastin û di mijarê de peyman îmze kirine. Di beyana hevpar de weha hat gotin:
“Îran, dê di vê çarçoveyê de, wê îznê bide daEnerjiya Atomê xwe bigihîne testîsan û bo çareseriya pirsgirêkê, xebatên UAEA yê bo piştrastkirinê hêsan bike.”
Îran ji bilî van her dû tesîsan îznê nedaye ti tesîsekî ku xwe bigihîninê. Serokê UAEA Rafael Mariano Grossi, bo li ser mijarê bi Îranê re biaxife, roja duşemê seredana Tehranê kiribû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin