Îranê îdia kir: "Me li 28 welatan bi dehan sîxûr û terorîstên girêdayî Mossadê eskere kirin"

02 sibat 2024 19:32
Îranê îdia kir: "Me li 28 welatan bi dehan sîxûr û terorîstên girêdayî Mossadê eskere kirin"

PeyamaKurd – Îranê îdia kir ku li 28 welatan bi dehan "casûs û terorîst" ku bi Îsraîlê re têkildar in, hatine tesbîtkirin.

Li gorî nûçeya televîzyona fermî ya Îranê ku li ser daxuyaniya Wezareta Îstîxbaratê ye, li 28 welatên Asya, Afrîka û Ewropayê bi dehan sîxûr û terorîstên girêdayî saziya îstîxbarata derve ya Îsraîl Mossadê hatin eşkerekirin.

Hat ragihandin, kesên ku tê îdiakirin bi Mossadê re têkildar in li gelek eyaletên welêt bi taybetî li paytext Tehranê hatin binçavkirin û darizandin.