Îranê heya serê mehê wext da Awrûpayê

22 hezîran 2018 18:45
Îranê heya serê mehê wext da Awrûpayê

PeyamaKurd- Cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê Abbas Arakçî got; bo dewama peymana nukleerî ya Îran û Awrûpayê dewam bike, divê dewletên Awrûpayê pêşniyar û garantiyên xwe pêşkêşî Îranê bikin.

Li gor ragihandina ajansa Îranê ya fermî IRNA yê, Arakçî li Belçîkayê tevli “Konferansa Hevkarî ya Îran-Awrûpayê” bûye. Arakçî di konferansê de ragihandiye ku heya dawiya mehê,divê welatênAwrûpa garantiyên xwe bidin.

Arakçî, ji welatên Awrûpa, bo li dijî dorpêça Amerîkayê, di mijara karên banka û petrolê de xwest ku garantiyên xwe peşkeş bikin. Piştî ku Îran li pêşniyaran binere, wê biryara xwe bide û axaftina xwe weha dewam kir:

“ Paketa pêşniyaran ya Awrûpayê dikare bike ku Îran peymana nukleerî dewam bide kirin. Eger ev garantî nebin, em ê gaveka dinê bavêjin. Wê berpirsê vê encamê jî Amerîka be.”

Peyman, di sala 2015an de, ji aliyê Amerîka, Brîtanya, Fransa, Rûsya, Çîn û Almanya de, di meha tîrmehê de hatibû îmzekirin.