Îranê, hawirdeya otomobîlên Fransayê qedexe kir

18 mijdar 2022 21:30
Îranê, hawirdeya otomobîlên Fransayê qedexe kir

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya Wezareta Pîşesazî, Maden û Bazirganiyê ya Îranê, wan hawirdeya otomobîlên Fransayê qedexe kiriye. Sedema vê qedexekirinê jî helwesta kompaniyên otomobîlan a salên borî hat nîşandan.

Li gorî nûçeya ajansa nîvfermî ya Tesnimê ya Îranê, Berdevkê Wezareta Pîşesazî, Maden û Bazirganiyê ya Îranê Omid Kalibaf gotiye ku

“Ji ber hilberînerên otomobîlan ên Fransî, di salên borî de bi liv û tevgerên ne profesyonek tevgeriyane, li beranberê wê ev biryara qedexekirina hawirdeya otomobîlan hatiye dayîn.

Di dewama nûçeyê de hat destnîşankirin ku maşînên ji kompaniyên wekî Renault, Peugeot û Citroenê yên Fransiz tên hilberîn, hatine qedexekirin û got,

“Me di vê serdemê de ji bo hawirdeya otomobîlên Fransiz, lîsansek nedaye. Di mijara hawirdeya otomobîlan de bala me tenê li ser wan otomobîlan e ku ne yên Japon, Kore, Çîn, Fransa û Ewropiyan bin.

Kalibaf da zanîn ku ew ê destûrê nedin Fransî di qada otomobîlan de pêkutiyê li ser wan bikin.

Hilberînerên otomobîlan ên wekî ‘Îran Khodro’ û ‘Saipa’bi piranî ligel kompaniyên hilberîner ên Peugeot, Renault û Citroen ên Fransî re bi awayekî hevpar hilberîn dikirin lê belê ji ber dorpêçên ku Amerîkayê di sala 2018an de li ser Îranê sepandin, qada otomotîva Îranê bûbû armanc ku yek ji qadên herî mezin ê karê bû.