Îranê êrîsa Zaxoyê sermezar kir: Îran ewlehiya Iraqê wek ewlehiya xwe dibîne!

21 tîrmeh 2022 17:22
Îranê êrîsa Zaxoyê sermezar kir: Îran ewlehiya Iraqê wek ewlehiya xwe dibîne!

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Îranê topbarana artêşa Tirkiyê ya devera geştyarî ya Perex a li Zaxoyê ku bû sedema kuştina 9 kesan û birîndarbûna bi dehan kesan, şermezar kir û diyar kir, Îran piştgiriyeke tam dide aramî û ewlehiya Iraqê.

Ajansa fermî ya Îranê IRNA bi zarê Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, Nasir Kenaanî ragihandiye ku Îran topbarana ser navçeya Zaxoyê protesto dike û hatiye gotin, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê hevxemiya Komara Îslamî ya Îranê ligel malbatên qurbaniyan, hikûmet û gelê Iraqê aniye ziman û daye zanîn, Îran piştgiriya tam dide aramî û ewlehiya Iraqê.

Di daxuyaniya Nasir Kenaaî de hatiye destnîşankirin, “Komara Îslamî ya Îranê ewlehiya Iraqê wek ewlehiya xwe dibîne û di vî warî de xwe ji ti alîkariyekê nade paş.”