Îranê êrîsa Talîbanê ya ser Pencsîrê bi tundî sermezar kir

06 îlon 2021 19:34
Îranê êrîsa Talîbanê ya ser Pencsîrê bi tundî sermezar kir

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade di civîna rojanemvanî de bal kişand ser êrîşa Tevgera Talîbanê bi ser herêma Pencşîrê de û êrîş şermezar kir.

Xetîbzade got, “Zanyariyên ji Pencşîrê tên cihê fikaran e. Em êrîşa şeva borî ya ser Pencşîrê bi tundî şermezar dikin.”

Talîbanê ragihandiye ku wan di encama şerê li hemberî hêzên berxwedanê yên Pencşîrê de, herêma Pencşîrê bi temamî kontrol kiriye, lê hêzên Pencşîrê jî radigihînin ku li Geliyê Pencşîrê berxwedana wan dewam dike.

Hêjayî gotinê ye, rêberê hêzên Pencşîrê Ehmed Mesûd ku kurê Şah Mesûd e, di salê 1990î de li dijî Talîbanê alîkarî ji Îranê wergirtibû û Qasim Suleymanî jî di kordînasyona şerê dijî Talîbanê de cî girtibû.