Îranê di 24 saetên sala nû de 6 Kurd îdam kirin

03 rêbendan 2024 01:05
Îranê di 24 saetên sala nû de 6 Kurd îdam kirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di destpêka sala nû ya 2024an de, 6 girtiyên kurd ên xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Îranê hatin darve kirin.

Hate zanîn ku îro 2yê Çile girtiyê kurd Dawud Ebdulayî yê zêdetirî 14 sal in girtîbû û 6 roj in di hucreya takekesî de ketibû greva birçîbûnê li girtîgeha Qizilhesar a Kerec a Îranê hate darve kirin.

Dîsa doh 1ê Çileyê jî cezayê îdamê yê 5 kurdên bi navên Menucêhir Uqabî, Dariuş Şekerzade, Mesûd Rostemî, Nawxas Melikî û Efşîn Mihemedî li heman girtîgeha navendî ya Kerecê hatin înfaz kirin. Her pênc girtî jî deh sal in di girtîgehê de bûn.

Rêxistina Mafê Mirovan Hengawê daye xuyakirin, di sala 2023yê de li Îranê 823 kes hatine darvekirin ku 151 ji wan kurd bûn.