Îranê derbarê Hurmuzê de çar şertên nû ragihandin
Îran xwe amade dike ku li ser derbasbûna ji Tengava Hurmuzê şertên nû û tundtir deyne.
RûpelNews - Serokê Komîteya Pêşxistina Bajar a Meclîsa Îranê, Muhammed Riza Rezayî Koçî, ragihand ku pêşnûmayasayeke berfireh a derbarê rêveberiya Tengava Hurmuzê de hatiye amadekirin û tê payîn ku di demek nêz de were pesendkirin.
Koçî diyar kir ku pêşnûmeqanûn dê ji bo keştiyên ku di vê rêya avê ya stratejîk re derbas dibin, şertên nû û tundtir diyar bike.
Koçî di axaftina xwe ya ji medyaya fermî ya Îranê re got, "Parlamentoya Îranê pêşnûmeqanûnek amade kiriye ku dê di demek nêz de were temamkirin. Li gorî vê pêşniyarê, kontrola Îranê ya li ser Kendava Hurmûzê dê hê bêtir were xurtkirin."
Çar şertên sereke di pêşnûmeqanûnê de
Li gorî pêşnûmeqanûnê, ji bo derbasbûna keştiyên bazirganî û tankerên petrolê ji Tengava Hurmuzê re, çar şertên bingehîn hatine pêşbînîkirin:
• Keştiyên ku tê ragihandin girêdayî Îsraîlê ne, dê destûr neyê dayîn ku derbas bibin.
• Keştiyên ji welatên ku wekî 'dijmin û dijber' hatine diyarkirin, dê bêyî destûra Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê nekarin ji Tengavê derbas bibin.
• Welatên ku tê îdiakirin zirar dane Îranê, dê destûra wan neyêdayîn ku tengavê bi kar bînin heta ku ji bo wê zirarê qerebû bikin.
• Derbasbûna bi rêya tengavê dê bibe bin baca û dravdan dê bi pereyê Îranê, rial, bêne kirin.
Plana ji bo bikaranîna dahatê hat ragihandin
Pêşnûme herwiha planên ji bo bikaranîna dahata ku ji heqdestên derbasbûnê tê bidestxistin jî dihewîne. Li gorî vê yekê, ji sedî 30ê dahatê ji bo xurtkirina binesaziya leşkerî û hêza Hêzên Çekdar ên Îranê tê veqetandin, dema ku ji sedî 70 jî ji bo baştirkirina şert û mercên jiyanê yên gel hatiye armanckirin.
Giringiya Tengavê û geşedanên dawî
Tengava Hurmûzê, ku yek ji girîngtirîn rêyên veguhestina enerjiyê yên cîhanê ye, ji aliyê Îranê ve piştî pevçûnên ku di 28ê Sibatê de di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de dest pê kiribûn, hate girtin. Rayedarên Îranî diyar dikin ku ji niha û pê de kontrola Kendavê dê bi temamî di destê Hêzên Çekdar ên Îranê de be.
