Îranê Cîgirê Wezîrê Berevaniyê yê berê bi darve kir
PeyamaKurd – Îranê Cîgirê Wezîrê Berevaniyê yê Îranê yê berê Elî Reza Ekberî, bi tohmeta sîxuriyê bi darve kir.
Navenda nûçeyên desthilata navendî ya Îranê diyar kir, Elî Reza Ekberî ku xwedî nasnameya Îranî û Brîtanî bû, bi tawana sîxurîkirina bo Brîtanyay û tevgerên wî yên li dijî asayîşa niştimanî ya Îranê, hat darvekirin.
Wezareta Îtilaatê ya Îranê eşkere kir, Elî Reza Ekberî ku beriya xanenişînbûnê, çend sal Cîgirê Wezîrê Berevanî û demekê jî Şêwirmendê Desteya Danûstankar a Îranê di danûstandinên atomî de bû, zêdetirî 9 salan ji bo dezgeha îstixbaratê ya Brîtanyayê sîxurî kiriye.
Elî Reza Ekberî di dema desthilatdariya reformxwazên Îranê de Cîgirê Elî Şemxanî, Wezîrê Berevanî yê wê demê yê Îranê bû û demek jî wek Şêwirmendê Desteya Danûstankar a Îranê, di danûstandinên atomî de beşdar bû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin