Îranê cezayê girtîgehê li 400 xwepêsanderan birî!

14 berfanbar 2022 16:30
Îranê cezayê girtîgehê li 400 xwepêsanderan birî!

PeyamaKurd Hat ragihandin ku ji xwepêşanderên Tehranê 400 kes hatine cezakirin.

Di çarçoveya xwepêşandanên ku piştî mirina Jîna Emînî li Îranê destpê kiribûn de, 400 ji wan kesên ku li paytext Tehranê hatibûn binçavkirin, bi cezayên cuda yên girtîgehê hatin cezakirin.

Li gorî rapora IRNAyê, Serdozgerê Têhranê Elî Kasî Mêhr li bara pêvajoya dadgeha van xwepêşandanan agahî da.

Mêhr got, "Ji kesên ku di xwepêşandanên li Tehranê de hatin binçavkirin, 160 kes ji 5 sal heta 10 sal, 80 jî 2 heta 5 sal û 160 jî 2 sal ceza hatin birîn."

Herwiha Serdozgerê Tehranê Mêhr eşkere kir, 70 kesên di xwepêşandanan de hatine desteserkirin, bi cezayên curbicur hatine cezakirin.

Di daxuyaniya xwe ya 31ê Cotmehê de, Mêhr ragihandibû ku nêzîkî 1000 dosyayên lêkolînê derbarê xwepêşandanan de hatine vekirin.