Îranê çend madeyên peymana atomî hilwesandin

15 gulan 2019 14:20
Îranê çend madeyên peymana atomî hilwesandin

PeyamaKurd - Îranê pêgiriya xwe bi beşek ji madeyên peymana atomî bi fermî rawestand.

Li gor gotina berpirsên ajansa Wizeya Atomî ya Îranê, Encûmena Bilind a Asayîşê tekez kiriye ku Îran pêgiriya xwe bi beşek ji madeyên rêkeftina Atomê rawestandiye.

Li gor zanyariyan, ev yek li ser fermana Encûmena Bilind ya Asayîşa Niştîmanî ya Îranê ye û li gor fermanê, Îran pêgirî beşek ji wan xalên nava rêkeftina atomî nabe ku behsa rêjeya berhemanîna uranyûma meyandî dikin, herweha berhemanîna bêsînor ya av giran li westgeha atomî ya Erak destpê dike.

Ev gava yekemîn e ji wê dema 60 rojî ya ku Îranê weke mohlet ji bo welatên rojavayê diyar kiribû. Biryar e di çend rojên dahatu de çalakiyên westgeha atomî ya Netenz û Erak ji bo raya giştî bêtir bêne zelalkirin.