Îranê balyozê xwe yê Bexdayê bi kesekî nayê nasîn guhert
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade ragihand ku wan balyozê xwe yê Iraqê yê li Bexdayê Îrec Mescidî guhertiye û li şûna wî Mihemed Kazim Al Sadiq hatiye danîn ku ti agahî derbarê wî de nînin.
Xetîbzade di civîna rojnamevanî de got, wê balyozê nû di demek nêzîk de derbasî Bexdayê bibe.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê herwiha eşkere kir ku piştî çend rojên din Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên serdana Îranê dike.
Hêjayî gotinê ye, ti agahiyek derbarê balyozê nû yê Îranê de nehatiye belavkirin û wêneyekî wî jî tune ye.
Balyozê berê yê Bexdayê Îrec Mescidî jî fermandarekî berê yê Supaya Pasdarên Îranê bû û di şerê Îran û Iraqê de jî cî girtibû. Herwiha Mescidî şêwirmendiya Qasim Suleymanî jî kiriye. Mescîdî ji Nîsana sala 2017an ve balyozê Îranê yê Iraqê bû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin