Îran û Tirkiye li ser PKKê li hev kirin

16 adar 2018 23:28
Îran û Tirkiye li ser PKKê li hev kirin

Parêzgerê bajarê Wanê Murat Zorluoğlu bi rêvebirên Îranê re, bi cîgirê Parêzgerê Eyaleta Azerbeycan a Rojava re ku di heman wextê de fermandarê Xoyê ye, bi Seyîd Muhammed Abidî re, li bajarê Wanê, li otêla Elite World Vanê peymanekî îmzekirin.

Parêzgerê Wanê weha got: “Me di zebtê de li hev kir ku di têkoşîna li dijî rêxistinên weka PKK, PJAK û DEAŞê de hevkariyê bikin û eger operasyonek hebe di heman wextê de bi hevre bikin.”

Parêzger her weha got ku ew û parêzgerê bajarê Xoyê li hevkirine ku ew mijarên her dû wîlayetan eleqedar dikin, ji bo bi rihetî hemwelatiyên her dû aliyan herin û werin, ji bo ji wan re hêsanî bê çêkirin, divê wezîfedarên ku di deriyên sînor de dixebitin bên zêdekirin û bên perwerdekirin.

Civîna bê, wê di meha hezîranê de be.