Îran: Siûdî amade ye bi me re di asta siyasî de bicive

22 tîrmeh 2022 17:40
Îran: Siûdî amade ye bi me re di asta siyasî de bicive

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahyan bal kişand ser ku 5 gerên danûstandinê di navbera Îran û Erebistana Siûdî de, li ser asta ewlehiyê birêve çûne.

Husên Emîr Ebdullahyan gotiye: “Rayedarên Iraqê ji me re ragihandine, Erebistana Siûdî amade ye li ser asta syasî û bi awayekî eşkere ligel rayedarên Îranê bicive.”

Ebdullahyan daye xuyakirin: “Îran jî bi heman şêweyê amade ye ligel Erebistanê li ser asta siyasî bicive.”

Hêjayî gotinê ye, di sala 2016an de xwepêşanderên Îranê li hember darvekirina kesayetê mezheba Şîe Ebû Nemr, avêtibûn ser Balyozxaneya Erebistanê ya li Îranê ku ev yek bû sedem Erebistana Siûdî pêwendiyên xwe yên siyasî û dîplomasiyê bi Îranê re qut bike.