Îran sînorê bajarê Sîdekanê yê ser bi parêzgeha Hewlêrê ve topbaran dike

29 cotmeh 2020 14:27
Îran sînorê bajarê Sîdekanê yê ser bi parêzgeha Hewlêrê ve topbaran dike

PeyamaKurd – Îran sînorê bajarê Sîdekanê yê ser bi parêzgeha Hewlêrê ve topbaran dike.

Li gor agahiyan, Îran îro dest bi topbarana sînorê Başûrê Kurdistanê kir. Hêzên Îranê sînorê bajarê Sîdekanê yê ser bi parêzgeha Hewlêrê ve topbaran dike.

Li gor zanyariyan, navçeyên Berbezîn, Ketîne û Binperêz li sînorê bajarokê Sîdekanê, ji aliyê hêzên Îranê ve tên topbarankirin.