Îran “Qutiya Res” disîne Ûkraynayê

18 rêbendan 2020 22:05
Îran “Qutiya Res” disîne Ûkraynayê

PeyamaKurd- Balafira Ûkraynayê ku nêzî Tehranê ji aliyê Îranê de hatibû xistin û tê de 176 kes miribûn, piştî Îranê qebûl kir ku balafirê wan xistiye, wê di nava vê mehê de Qutiya Reş bişîne Ûkraynayê. Di her balafirî de, Qutiya Reş heye ku her tiştê bûye, heya axaftinên pîlotan û barûyên balafirgehan û axaftina bi cîhazan tê de tê qeydkirin.

Îran di serîde gotibû ku wê qutiyê nedin Ûkraynayê lê piştî qebûl kir ku Îran balafirê xistiye, niha di şandina qutiyê de ti mehsûr nemaye.

Rêwiyên her 5 dewletan ku di balafirê de mirin, welatên wan bo malbatên wan daxwaza tazmînatê kirin. Piştî lihevkirina Kanada û Îranê wê Îran bo her malbata Kanadayî 19.200 dolar pere bide.

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau got ku wê perê malbatan raste rast bo malbatan bê dayîn û pêdiviya malbatan bi wan pereyan heye ji ber mesrefên cenazeyan û hwd.