Îran: Ne xema me ye ku DYA dê çi qebûl bike an neke
Derbarê danûstandinên bi DYA re, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî got, "Ne xema me ye ku amerîkî dê çi qebûl bikin an nekin; DYA gelek tiştan qebûl nake. Divê em karûbarên xwe bi xwe çareser bikin."
RûpelNews - Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî, di daxuyaniyekê de derbarê rêziknameyên derbasbûna ji Tengava Hurmuzê, got, "Divê em ji bo xizmetên ku li Tengava Hurmuzê tên pêşkêşkirin, berdêlê bistînin."
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fars a nîvfermî ya Îranê, Bekayî derbarê mijarên heyî de şîrove kirin.
Bekayî diyar kir ku, li gorî hiqûqa navneteweyî, Tengava Hurmuzê dikeve nav avên axa Îran û Omanê, û mafên serweriyê yên van her du welatan in û lê zêde kir, "Divê em ji bo xizmetên ku li Tengava Hurmuzê tên pêşkêşkirin heqdest bistînin."
Bekayi, ku amaje pê kir ku DYA û Îsraîl di gef û êrîşên xwe yên li dijî Îranê de rewşa li Tengava Hurmuzê îstîsmar dikin û ku ev rewş desthilatê dide Îranê ku derbarê Tengava Hurmuzê de tedbîran bigire, got ku misogerkirina ewlehiya Tengava Hurmuzê dê civaka navneteweyî jî razî bike.
Derbarê danûstandinên bi DYAyê re Bekayî got, Ne xema me ye ku amerîkî dê çi qebûl bikin an nekin; DYA gelek tiştan qebûl nake. Divê em karûbarên xwe bi xwe çareser bikin."
Bekayî amaje bi wê yekê kir ku di paşerojê de di dema danûstandinan de du caran êrîş li wan hatibû kirin û diyar kir ku ew di bin van şert û mercên heyî de danûstandinên niha yên bi DYAyê re bi hişyarî dişopînin.
