Îran: Me Amerîka û welatên Ewropayê xapandin

24 rêbendan 2019 20:16
Îran: Me Amerîka û welatên Ewropayê xapandin

PeyamaKurd -  Serokê Saziya Enerjiya Atomî ya Îranê Alî Ekber Salihî mikur hat ku wan di şertên peymana atomî ya welatên 5+1ê de yek ji şertên betonkirina reaktora Arakê de sextekarî kiriye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump sala borî peymana atomî ya digel Îranê hilweşandibû û ji nû ve dorpêçên aborî li ser Îranê sepandibûn.

Salihî di televizyoneke Îranê de mikur hat ku wan digel ku soz dane boruyên sotemeniyê yên reaktora Arakê ya nukleerî beton bikin jî wan boriyên dişibin wan peyde kirine û tenê li ser wan beton danîne.

Salihî got, "Me serê reaktora Arakê beton kir. Çimkî heger me beton bikira em nikaribûn bikar bînin. Boriyên fişarê yên nav sotemeniyê hene. Me tenê ew beton kirin. Me ew borî jî berî peyde kiribûn. Ez nikaribûm wê demê vê bibêjim.”

Salihî herwiha anî ziman ku wî ew ferman jî ji rêberê Îranê Elî Xamaney standiye.

Talimatı ülkenin dini lideri Ali Hamaney'den aldığını dile getiren Salihi şunları kaydetti:

Îranê meha Nîsana sala 2015an bi welatên Amerîka, Brîtanya, Fransa, Çîn, Rûsya û Almanyayê (P5+1) re dest bi hevdîtinên dawîanîna bernameya atomî kiribû û hevdîtinan Tîrmeha 2015an bi peymanekê encam dabû. Îranê şertên wan welatan qebûl kiribûn ku bernameya xwe ya atomî ya pêşxistina çekên nukleerî bidawî werîne.