Îran li dijî kiryarên Instagramê derket
PeyamaKurd- Berdevkê wezareta karên derve yê Îranê Abbas Musewî bi sedema ku Instagram hesabê fermandarên di asta bilind yên Artêşa Parêzvanên Şoreşa Îranê girtiye, bertek nîşan da. Mûsewî di televîzyonên Îranê de nerazîbûna xwe bo Instagramê nîşan da û biryara girtina hesaban rexne kir.
Mûsewî ragihand ku ew sedemên ku bo girtina hesaban nîşan dane, nasnakin û şermezar dikin. Amerîka qebaheteka dinê li lîsteya xwe ya reş zêde kiriye. Kesên ku hesabên wan yên Instagramê hatine girtin tev fermandar û di asta bilind de ne.
Din ava wan de; tumgeneral Muhammed Baqirî, fermandarê giştî yê artêşê Muhammed Alî Caferî, Qasım Suleymanî, Mûsa Kemalî û serokê rêxistina televîzyon û radyoyê yê berê Izzetûllah Zergamî hene.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin