Îran ji Peugeotê tazmînatê dixwaze
PeyamaKurd- Peugeota fabrika Fransayê bi yek carê xebata xwe ya li Îranê da rawestandin. Biryar piştî biryara dorpêça dewleta Amerîkaye hat dayîn. Li ser rawestandina xebata li Îranê, dewleta Îranê ji Peugeotê tazmînat dixwaze.
Cîgirê wezîrê Sanayî, maden û bazirganiyê yê Îranê Muhsîn Salihî Niya, ragihand ku çêkerê otomobîla Peugeotê ya Fransiz, miqdarê hilberînê kêm kiriye. Îranê ragihand ku berê her tişt bi şîrketê re hatine garantîkirin û bi sedema birîna hilberîna di Îranê de, divê tazmînatê bide Îranê.
Niya ragihand ku dê pêdiviyên perçeyan yên sektorê, wê ji aliyê “Îran Xodro” de bên çêkirin. Di nava dorpêçên bo ser Îranê de, çêkerên otomobîlan yên Fransizan Peugeot, Renault û Citroen bo Tehranê, bazirganiya xwe dabûn rawestandin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin