Îran ji îro ve vîzeya belas dide welatiyên Kurdistanê

01 nîsan 2019 19:51
Îran ji îro ve vîzeya belas dide welatiyên Kurdistanê

PeyamaKurd - Berpirsê pêwendiyên Herêma Kurdistanê bi Îranê re Ebdullah Akreyî daxuyakirin ku Îranê ragihandiye vîzeyê belaş bide welatiyên Kurdistan û Iraqê, lê eger hikûmeta Iraqê jî vîzeya belaş nede Îraniyan, Îran dê biryara xwe betal bike.

Akreyî ji malpera fermî ya PDKê re ragihand, li gorî daxuyaniya rayedarên Îranê, ji îro pêde vîzeya Îranê bo welatiyên Kurdistan û Iraqê belaş dibe.

Ebdullah Akreyî diyar kir, helbet ev yek dê sê mehan wek ceribandin be, lê heta niha helwesta hikûmeta Iraqê li ser vê biryara Îranê nayê zanîn.

Akreyî herwiha daxuyakirin ku eger hikûmeta Iraqê jî mîna Îranê vîzeya Iraqê belaş nede Îraniyan, wê çaxê Îran dê biryara xwe betal bike.

Li aliyê din serokonsûlê Îranê yê Silêmaniyê doh bang li hikûmeta Iraqê kiribû ku ew jî mîna Îranê vîzeyê belaş bidin.