Îranê ji bo Reîsî 'Rewsa Awarte' ragihand
PeyamaKurd - Piştî ku helîkoptera ku Serokkomar Îbrahîm Reîsî û Wezîrê Derve tê de bû kete xwarê, hate ragihandin ku rejîma Îranê 'Rewşa Awarte' ragihandiye.
Tê gotin ku helîkoptera ku Serokkomarê Îranê Reîsî, Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahiyan û Parêzgerê Parêzgeha Azerbaycana Rojhelat tê de bûne, dema ji merasîma vekirina bendavekê vegeriya li nêzîkî sînorê Azerbeycanê bi dijwarî ketiye.
Hatibû gotin di vegera merasîma vekirina bendavekê ku Serokkomarê Azerbaycanê Îlhan Aliyev jî beşdar bûbû de helîkoptera ku Serokkomar Reîsî, Wezîre Derve Abdullahiyan û Parêzgerê Azerbaycana Rojhelat tê de bûne, li nêzîkî sînorê Azerbaycanê ketiye.
Berpirsên rejîma Îranê diyar kirin ku helîkopter ji ber mija dijwar ketiye û lêgerînên dozîna helîkopterê didomin, lê belê heta niha ji aliyê rejîmê ve nehatiye piştrastkirin ku Reîsî û Abdullahiyan sax in an na.
Heyva Sor a Îranê di daxuyaniya xwe ya berê de ragihandibû ku helîkopter di navbera Kaleyber û Verzîgan de ketiye.
Wezîrê Navxwe yê Îranê Ehmed Wehîdî jî ragihand ku tîmên rizgarkirinê hîna negihîştine ku helîkopter lê ketiye.
Alîkarê Parêzgarê Azerbaycana Rojhilat Cebbaralî Zakirî ragihand ku ji 3 helîkopterên karwanê Reîsî 2 jê neketine, lê belê yek ketiye xwarê.
Hat ragihandin ku di helîkoptera ku Reîsî tê de bûye, li gel Wezîrê Derve Huseyîn Emîr Abdullahiyan hin rayedarên Îranê jî hebûne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin