Îran: Hesda Seibî planên Amerîkayê yên Iraqê têk dan

14 tebax 2019 22:48
Îran: Hesda Seibî planên Amerîkayê yên Iraqê têk dan

PeyamaKurd – Cîgirê Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdarên Îranê Huseyîn Selamî got ku bi rêya hêza milîşeyên nêzîkî Îranê yên Heşda Şeibî planên Amerîka yên li Iraqê hatine têkdan.

Selamî li Tehranê ji rojnamevanan re ragihandiye ku Heşda Şeibî xwedî wê hêzê ye ku planên siyasî yên Amerîkayê li Iraqê hilweşîne û dê destûrê nede ku Amerîka siyaseta xwe li herêmê ferz bike.

Fermandarê Îranê herwiha mikur hat ku Îran li Lubnanê piştevanê Hizbûllahê, li Yemenê piştevanê Hûsiyan û li Iraqê jî piştevaniya Heşda Şeibî dike û got, van hêzan planên siyasî yên Amerîka û Îsraîlê yên li herêmê asteng kirine.

Selamî diyar kir ku Hizbullaha Lubnanê li Sûriyê li dijî Îsraîlê serkeftin bi dest xistiye û Hûsiyan jî li Yemenê planên Amerîkayê têk dane.