Îran hesabê  tu kesî nake: Kurdekî dî hate kustin!

22 cotmeh 2018 02:12
Îran hesabê  tu kesî nake: Kurdekî dî hate kustin!

PeyamaKurd - Kolberê Kurd yê xelkê bajarê Urmiyê, bi gulereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên Îranê, li ser sînorê wî bajarî jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahiyên ji ajansên herêmî, kolberê Kurd yê bi navê Zekeriya Bikirî kurê Elî xelkê gundê Heleca girêdayî devera Mirigewer a ser bi bajarê Urmiyê bi gulereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên Îranê canê xwe ji dest da.

Hêzên leşkerî yên Îranê, bê hişyarî dana wî kolberê Kurd gule bi ser de berdane û ew kolberê Kurd li wir canê xwe ji dest daye.

Ji aliyekî din ve, di heyama çend rojên borî de, du kolberên din yên Kurd yên bi navên Rehîm Girdesorî xelkê gundê Girdesora girêdayî bajarê Pîranşarê û Mistefa Hesenî xelkê bajarê Serdeştê bi sebeba teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmetê, bi dijwarî birîndar bûne û ew bo çareseriyê pîzişkî bo navendên tendrustiyê vaguhastine.

Guleberdana io ser kolberên Kurd di Kurdistanê de di demekê de ye ku, Husên Zulfeqarî cîgêrê Siyasî û Ewlekariyê yê wezîrê dewleta Îranê di gotûbêja di gel ajansa “ILNA” yê de, der heqê gulereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên Îranê bo ser kolberên Kurd de, wiha gotiye: “Êdî me tiştek bi navê kolber tune ye, ev peyva kolber jî peyvek bû ku em nizanin ji kuderê peyde bûye. Hem bo xelkê û hem jî bo berpirsên hikûmetê pirsgirêk çê kiriye”.

Herwiha navborî ev yeka jî daye zêdekirin ku: “Mixabin ez dibînim ku berpirsên hikûmetê yên din di dema axafitina der heqê vê pirsgirêkê de, peyva kolber bi kar tînin, û ev ji sînorê neyasayî de hatiçûnê dikin, êdî kolber nînin, belku qaçaxçî ne, karê qaçaxçîtiyê jî nekin lê hatiçûna neyasayî dikin”.

Kolber navê yek ji qadên zehmetkêş yên Kurdistana Îranê ye, ku di deverên sînorî de bi karê kolberiyê mejûl in.
Ev çîna zehmetkêş ya Kurdistana Îranê, ji ber destengî û hejariyê, neçar dibin bo dabînkirina bijêv û dahata jiyana xwe, rû li karê metirsîdar yê kolberiyê li deverên sînorî yên Kurdistanê bikin.