Îran: Guherîna sînoran, ji aliyê Îranê ve nayê qebûlkirin
PeyamaKurd- Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Nasir Kenanî, li ser aloziyên navbera Azerbaycan û Ermenîstanê daxuyaniyek da û ragihand ku ew ji ber van aloziyan bi fikar in.
Nasir Kenanî, ji bo daxuyaniya ku di malpera Wezareta Karên Derve ya Îranê de li ser Azerbaycan û Ermenîstanê hatiye parvekirin got ku pevçûnên navbera herdu welatan metirsîdar in û guherîna sînoran a navbera herdu welatan, ji aliyê Îranê ve nayê qebûlkirin.
Kenanî da zanîn ku rêveberiya Tahranê, rewşê ji nêz ve dişopîne û divê rêz li yekparçeyiya axê ya herdu welatan bê girtin û pirsgirêk bi rêyên aştiyane werin çareserkirin.
Nasir Kenanî di dawiya daxuyaniya xwe de got ku ji bo nelihevkirina navbera herdu welatan were aramkirin, çi ji destên wan bê, ew amade ne ku bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin