Îran: Em dikarin di nêzîk de sotemeniya nukleerî berhem bînin

26 berfanbar 2021 17:29
Îran: Em dikarin di nêzîk de sotemeniya nukleerî berhem bînin

PeyamaKurd - Serokê Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê Mihemed Îslamî ragihand ku Îran niha dikare sotemeniya nukleerî berhem bîne û di demeke nêzîk de ew dê dest bi bikaranîna wê li westgeha atomî ya Buşehrê bikin.

Mihemed Îslamî di hevpeyvîneke medya rûsî de gotiye: “Me bi saziya Rosatom a Rûsî re hevdîtin pêk anî û em hêvîdar in di çarçoveya hevkariya xwe de û li ser plan û girêbestên ku em ê bi wê re îmze bikin, em ê karibin dest bi bikaranîna sotemeniya nukleerî li westgeha Buşehrê bikin.”

Îslamî daye xuyakirin, Tehranê deynên Moskowê yên ji bo avakirina yekemîn yekîneya enerjiyê li westgeha atomî ya Buşehrê daye.

Di bersiva pirsekê de ku eger danûstandinên atomî yên Viyenayê bi ser nekevin, eger heye ku Îranê meyandina Uranyumê zêde bike, Îslamî got ku welatê wî meyandina Uranyumê ji sedî 60 zêde nake.

Îslamî daye zanîn, armanca Tehranê ji meyandina, tenê dabînkirina pêwîstiyên pîşesaziyê ye û Îran pabend e bi peyman û rêzikên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê.

Serokomarê Îranê Îbrahîm Raîsî jî doh gefa bersiveke bibiryar û berfireh li hember her êrîşeke li ser Îranê xwaribû.