Îran dubare bang kir: Operasyona Efrînê rawestînin

06 sibat 2018 22:09
Îran dubare bang kir: Operasyona Efrînê rawestînin

Ewilî berdevkê wezareta karê derve û di peyde serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî bang li Tirkiyê kir ku operasyona Efrînê rawestînin.

Rûhanî got ku ew dixwazin zûtir dawî li operasyonê were û di civîna çapemeniyê de li ser mijarê firehtir agahiyan ragihand:

”Em weke qaîde û ûsûl li dijî vê operasyonê ne. Eger her dewlet bê îzna dewleteka dinê bikeve nava axa wî welatî, em weka prensîp qebûl nakin. Li aliyekê birayên me yên Tirk dimrin û li aliyê dinê birayên me yên Kurd tên kuştin.”

Rûhanî ragihand ku Amerîka dixwaze Sûriyê perçe bike û ew li dijî perçekirina Sûriyê ne. Her weha got ku ew bi serokê Rûsyayê re jî bi rêya telefonê axifiye û fikrên xwe jê re diyar kiriye.

Lê ev wisa diyare ku ev daxuyanî li hesabê Tirkiyê nehatiye û di çapemeniyê de li dijî beyanên Îranê bertek hene.