Îran dixwaze maçên xwe li Meksîkayê bilîze
Îranê ragihand ku ew bi FIFAyê re di danûstandinan de ye da ku maçên xwe yên Kûpaya Cîhanî ya FIFA 2026an li Meksîkayê bilîze.
RûpelNews - Serokê Federasyona Futbolê ya Îranê Mehdi Taj got: "Ji ber ku Trump bi eşkereyî diyar kiriye ku ew nikare ewlehiya tîma neteweyî ya Îranê garantî bike, em dê teqez neçin Amerîkayê. Em niha derbarê îhtîmala ku maçên Kûpaya Cîhanî yên Îranê li Meksîkayê werin lîstin, bi FIFAyê re di danûstandinan de ne."
FIFAyê her wiha bang li tîma neteweyî ya futbolê ya Îranê kiriye ku beşdarî Kûpaya Cîhanî ya FIFA 2026an bibe, ku dê ji aliyê Amerîka, Meksîka û Kanadayê ve bi hev re were mazûvanîkirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump berê hişyarî dabû ku beşdarbûna tîma neteweyî ya Îranê di Kûpaya Cîhanî ya FIFA 2026an d,e dê ne ewle be.
Kûpaya Cîhanî ya 23yemîn, ku dê ji aliyê Amerîka, Meksîka û Kanadayê ve were organîzekirin, dê di navbera 11ê Hezîranê û 19ê Tîrmehê de pêk were.
