Îran | Di protestoyên Ehwazê de xwepêsandarek hat kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di protestoyên parêzgeha Ehwazê yên dijî qutkirina avê li hember rejîma Îranê hatine destpêkirin de, xwepêşandarek hat kuştin.
Li gorî zanyariyan li Ehwazê dijî hişkesaliyê û qutkirina ava çem ji roja Pêncşema borî ve, li devera Şadganê xwepêşandan hatine destpêkirin.
Medya fermî ya Îranê daye xuyakirin ku xwepêşandarek bi destê serhildêran hatiye kuştin, lê xwepêşander dibêjin, hêzên îranê êrîşî xwepêşanderan kirine.
Herwiha medya fermî ya Îranê ragihandiye ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê heyetek bo herêmê hatiye şandin û soza çareseriyê daye xelkê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin