Îran: Di êrîşên DYAyê de bi dehan mirî û birîndar hene
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku di êrîşên ku di 8-9ê Tîrmehê de ji aliyê DYAyê ve li ser welêt hatîn kirin de, 17 kes hatine kuştin û 115 kes jî birîndar bûne.
RûpelNews - Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Hossein Kermanpur, peyamek li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir û hûrgiliyên qurbaniyên êrîşên DYAyê yên di 8 û 9ê Tîrmehê de li ser şeş bajarên welêt da.
Kermanpur ragihand ku di êrîşan de 17 kesan, ku jinek jî di nav de ye, jiyana xwe ji dest dane û 115 kes jî birîndar bûne.
Çi bûbû?
Piştî ku Îranê ji ber ku çend keştiyan li Tengava Hurmuzê "bê koordînasyon" diçûn, ew kirin hedef, DYAyê tevî lihevkirina bi Îranê re, di 8 û 9ê Tîrmehê de êrîş birin ser herêmên başûrê Îranê û parêzgeha bakur a Gîlanê.
Îranê jî, di berdêla vê de, êrîş birin ser baregehên Amerîkayê yên li Behreyn, Kuweyt û Urdunê.
