Îran: Danûstandinên bi Siûdî re cidî ne û wê berdewam bikin

19 cotmeh 2021 00:01
Îran: Danûstandinên bi Siûdî re cidî ne û wê berdewam bikin

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade, îro Duşemê ragihand ku danûstandinên bi Erebistana Siûdî re cidî ne û li ser bingeha rêzê pêk hatine.

Seîd Xetîbzade di civîna heftane ya rojnamevanî de got, danûstandinên bi Erebistana Siûdî re cidî ne û li ser bingeha rêzê pêk hatine ku wê pêwendiyên navbera her du dewletan jî berdewam bin.

Berdevkê gumrika Îranê Roh Allah Letîfî jî di civînê li ser mijarê diyar kir, Erebistana Siûdî piştî çend salan ji nû ve kelûpelan ji Îranê distîne.

Mudirê giştî yê daîreya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya Wezareta Karûbarên Derve ya Îranê Mîr Mesûd Hesîniyan got, başbûna têkiliyên bi Erebistana Siûdî re di pêşerojê de dê bi awayekî erênî bandorê li ser pêwendiyên Tehranê yên bi gelek welatên Kendavê û bakurê Afrîkyayê re bike.