Îran bi Talîbanê re hevdîtin kir û wê dewam bike

27 berfanbar 2018 00:28
Îran bi Talîbanê re hevdîtin kir û wê dewam bike

PeyamaKurd- Sekreterê konseya asayîşa Îranê Elî Şemhanî ragihand ku hevdîtina bi Talîbanê re bi agahiya hukumeta Afxanistanê çêbû û wê hevdîtin dewam bikin. Sekreterya bi nivîskî peyamek da û di peyamê de ragihand ku musteşarê asayîşa serokomariya Afxanistanê Hamdûllah Muhîb û Şemhanî hatine cem hev axifîne.

Şemhanî ragihand ku Îran bi sedema alîkariya asayîşa Afxanistanê hevdîtinan pêktînin û dê dewam bikin.