Îran | Agir bi kargeha petrokîmyayê ket
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro agir bi kargeheke kompaniya Şehîd Tundcuyan ya petrokîmyayê ketiye ku dikeve başûrê rojavayê Îranê.
Medya Îranê bi zarê dozgerê bajarê Mahşehîrê Mihsin Bîranewand ragihandiye ku agir ji ber sedema rijandina neftê bi kargehê ketiye û ji bilî ziyana madî ti ziyaneke canî çênebûye.
Bîranwand gotiye ku ew agir bi awayekî sînordar bûye û di na 10 deqeyan de hatiye vemirandin.
Herwiha li gorî ajansa nîvfermî ya Îranê Teleb ku rêveberîya agirvemirandina Tehranê veguhestîye, doh Şemiyê jî bi teqîneke gazê avahîyeke Tehranê hejiyaye û kesek birîndar bûye.
Ev demek e gelek teqîn û şewat li kargehên derdorên leşkerî, atomî û pîşesazî yên Îranê rû didin ku gumana êrîşan tê nîqaşkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin