Îngîltere plana ku dibe Rûsya Ûkraynayê îsxal bike, belav kir
PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Îngîltere plana ku dibe Rûsya Ûkraynayê îşxal bike ya di du astan de belav kir. Wezaret di ser hesabê xwe yê Twitterê de bi navê ‘rojanekirina îstîxbaratê’ tiştnan parvekir. Wezaret weha got:
“ Me ti nîşanekî nedît ku hêzên Rûsyayê ji ser sînorê Ûkraynayê vekişiyane. Rûsya bê ku hişyariyekî bide dikare îşxalê bike. Rûsya hebûna xwe ya leşkerî li ser sînor dewam dike.”
Li gor ragihandina wezareta bergiriyê; wê di du astan de ji bakûr ji Belarûsê ji 2 ciyan bikeve Kievê. Wê leşkerên ku li bakûrê rojhilatê Ûkraynayê ne, destekê bidin wan.
Ji rojhilat ji du noqteyan wê di devera ku niha serhildêr lêne, derbasî hundir bibin. Leşkerên Rûs yên li Kirimê wê destekê bidin û hedefa wan bidestxistina bajarê Dnipro be.
Di asta duyê de wê ji Dniproyê herin bajarê Vinnitsya ku 130 km nêzî Maldovya ye, ji Kirimê jî wê herin bajarê stratejîk yê li ser deryayê Odesayê.
Tevî vê rapora îstîxbarî ya Brîtanyayê, di raporê de heye ku Vladimir Putin dikare ber li şer bigre û rêya aştiyê bibjêre.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin