Îngîltere behsa girîngiya bicîhkirina peymana Sengalê kir

02 adar 2023 05:07
Îngîltere behsa girîngiya bicîhkirina peymana Sengalê kir

PeyamaKurd – Wezîrê Îngîltere yê ji Rojhilata Navîn, Başûrê Asya û Neteweyên Yekgirtî berpisr Lodr Ahmed li Herêma Kurdistanê bi wezîrê karên navxwe bi Rêber Ahmed re li payîtext Hewlêrê civiyan. Her dû teref di hevdîtinê de behsa mijara ewlehiyê kirin û Lord Ahmed balê kişand ser girîngiya Peymana Şengalê da bicîh bibe.

Di hevdîtinê de rewşa tevgerên IŞİD ê, desteka Îngîltere ya ji bo Herêma Kurdistanê, têkoşîna li hemberê terorê mijarên wan bûn. Rêber Ahmed, li hemberê terorê ji Îngîltere dewama destekê xwest. Wezîrê Îngîltere Lord Ahmed desteka xwe ji bo Herêma Kurdistanê dubare kir û ragihand ku welatê wî Kurdistanekî bi hêz û îstîqrar dixwaze.