Ingilîz dê pîlotên tirk perwerde bikin
Tirkiyeyê ji bo firokeyên Eurofighter ên ku kirîne, bi Brîtanya re peymaneke perwerde û piştgiriyê îmze kir; li gorî vê peymanê, Brîtanya dê pîlot û teknîsyenên tirk perwerde bike.
RûpelNews - Deh pîlot û nêzîkî 100 teknîsyenên ji bo 20 firokeyên şer ên Eurofighter Typhoon ên ku Tirkiyeyê ji Brîtanya kirîne, dê li Brîtanya bên perwerdekirin.
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê John Healey îro li Londonê peymaneke piştgiriya pêvek derbarê projeya 20 firokeyên Eurofighter Typhoon ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine kirîn, îmze kirin.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe ya ku peymana îmzekirî radigihîne de, ev agahî destnîşan kir: "Di çarçoveya Projeya Eurofighter Typhoon de, peymaneke piştgiriya teknîkî û lojîstîkî ya derbarê lênêrîn û xebitandina balafiran de hatiye îmzekirin."
Lêbelê, Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê di daxuyaniyekê de ku sernavê wê "Wekî beşek ji serkeftina mezin a hinardekirinê ya Brîtanyayê, peymaneke piştgiriyê ya bi nirxê çend milyar sterlînî hatiye îmzekirin" bû, agahiyên berfirehtir parve kirin.
Peymana piştgiriyê ya Eurofighter Typhoon çi dihewîne?
Daxuyaniyê peymana îmzekirî wekî "peymaneke perwerdehî û piştgiriyê" bi nav kir û destnîşan kir ku ew beşek ji peymana sereke ye ku di Cotmeha 2025an de di navbera Brîtanya û Tirkiyeyê de derbarê firotina firokeyan de hatibû îmzekirin.
Daxuyaniyê diyar kir ku peyman perwerdehiya 10 firokevanên tirk û nêzîkî 100 endamên ekîba erdê li Brîtanya dihewîne û lê zêde kir ku perwerdehiya teknîkî dê mijarên wekî mekanîk, hewayî û sîstemên çekan li xwe bigire.
Di daxuyaniya Brîtanyayê de hat destnîşankirin ku dê piştgiriya lênêrînê ya demdirêj ji Hêzên Hewayî yên Tirkiyeyê re jî were dayîn û dê hilberîna pêkhate û parçeyên yedek ên ji bo firokeyan ji aliyê şîrketên brîtanî yên wekî BAE Systems, Leonardo UK, MBDA, Rolls-Royce û Martin Baker ve were misogerkirin.
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku "Ev kar radestkirina parçeyên yedek û alavên piştgiriyê, perwerdekirina endezyar û pîlotên têkildar, sîmulatorên perwerdehiyê yên teknolojiya bilind û kapasîteyên şerê elektronîkî li xwe digire".
