Îngîlîz bang kirin: Erdogan daxînin

24 hezîran 2018 19:59
Îngîlîz bang kirin: Erdogan daxînin

PeyamaKurd-  Rojnama Brîtanî The Guardian ragihand ku serokkomarê Tirkiyê Tayîp Erdoğan bo Tirkiye û dinyayê tehdîde û ji hilbijêran re got ku Erdoğan ji ser text bixînin.

Nivîs bi pênûsa Simon Tisdall hat weşandin. Di analîzê de dibêje ku Tirkiye bo Sûriye, Rojhilata Navîn û her diçe li dinyayê dibe aktoreke girîng û ev yek bo herêmê tehdîd e. Di nivîsê de dibêje ku Tirkiye ne dostê Awrûpa û Amerîkaye û nêzîkayiya Tirkiyê bi serokê Rûsya Putin bi xwe jî rîsk e. Eger Erdoğan bê hilbijartin, wê têkilî bi Yekîtiya Awrûpayê re nexweştir bibe.

Di nivîsê de bang li hilbijêran hatiye kirin ku bi van sedema deng neyên dayîn bo Erdoğan û divê Erdoğanî ji ser hukum bê xistin.