IMF: Nîsan dê hê dijwartir derbas bibe

15 nîsan 2026 18:38

Rêvebera Giştî ya IMFê Kristalina Georgieva diyar kir ku astengiyên di şandina petrol û gazê de dibin sedema metirsiyên cidî û destnîşan kir ku adar meheke dijwar bû lê tê payîn ku nîsan ji aliyê dabînkirina enerjiyê ya cîhanî ve hê dijwartir be.

IMF: Nîsan dê hê dijwartir derbas bibe

RûpelNews - Rêvebera Giştî ya Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) Kristalina Georgieva, diyar kir ku tê payîn meha nîsanê di warê dabînkirina enerjiya cîhanî de ji adarê dijwartir be û destnîşan kir ku astengiyên di barkêşiya petrol û gaza xwezayî de fikarên mezin çêdikin.

Georgieva, di civînên biharê yên IMF û Banka Cîhanê de li Washingtonê axivî û nirxandinek li ser rewşa dawî ya bazarên enerjiyê pêşkêş kir.

Georgieva got, "Adar meheke dijwar bû, lê em pêşbînî dikin ku nîsan îhtimal e ku hê dijwartir be" û lê zêde kir:

"Keştiyên ku berî 28ê Sibatê derketibûn rê, niha gihîştine cihên xwe. Lêbelê, şandinên nû nînin û di demek nêz de jî nayên payîn. Em encamên astengiyên di dabînkirina petrol û gazê de bi fikareke mezin dişopînin."

Georgieva destnîşan kir ku qutbûna di dabînkirina enerjiyê de dikare zexteke zêde bixe ser mezinbûna cîhanî û enflasyonê û tekez kir ku bi taybetî welatên ku enerjiyê îthal dikin, di warê aramiya hilberîn û bihayê de bêtir lawaz bûne.