Îmarat: Hevdîtinên me bi OPEC ê re dewam dikin

14 tîrmeh 2021 23:15
Îmarat: Hevdîtinên me bi OPEC ê re dewam dikin

PeyamaKurd – Wezareta Enerjiyê ya Îmaratan ragihand ku hevdîtinên wan bi welatên OPEC ê û yên derveyê OPEC ê de dewam dikin. Li ser miqdarê hilberîn û bihayê petrolê heya niha lihev nekirine.

Wezaret ragihand ku xeberên di çapemeniyê de derketine ku li ser miqdarê hilberînê lihevkirine rast nînin. Wezaret weha got:

“Hevdîtinên erênî di navbera me de dewam dikin lê me bi grûba OPEC+ yê re hêj lihev nekiriye.”